H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametîyên serokê Bêlarûsê çawa yên ne tifaqdarîyê qîmet kirine

Wezîreta Ermenîsanêye karên der, bersiva elametîyên serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko,yên wextê civîna şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv belavkirî, daye.

“Elametîyên serokê Bêlarûsê ji fikirdarîya hevraxeberdana qetîyayîne û ew ne yên tifaqdarîyê û hevkarîyêne, kîjan borcdarîyên welatên endam, yên nava doranên organîzeyêda dikine bin pirsê û em şirovekirina wan nadin”,- li gorî înformasîya Armênprêssê, derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye.

Wextê civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Alêksandr Lûkaşênko elam kiribû, wekî wê rast nîbe ku organîze dijî Adirbêcanêbe. “ Heger ji alîkîva pirsê bidin ku organîze tevî meye, yan na, lê ji alîkî mayînva jî tevî Adirbêcanêne, îzin tune, ew yek rast nîne. Îlham Elîyêv merivê meye û niha ew serokatîya Adiriêcanê dike. Gelo wê sibê çibe, ew xwe heta-hetayê namîne, tu kes nizane û bo wê yekê jî wan pirsa gerekê niha helkin?”,- serokê Bêlarûsê gotîye wekî Adirbêcan û Ermenîstan bona Bêlarûsê welatên nêzîkin û dew û doza di navbera herdu welatada gerekê bi rîya edil bê helkirinê.

Lûkaşênko usa jî daye dîyarkirinê, wekî Bêlarûs û ew bi xwe wê piştgirîyê bidine her birîyareke Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêye bi  hevra qayîlkirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button