H’emû nûçeSereke
Cîgirên serokwezîra pevketine ku xebatên komîsîyayên sînora, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine lezêxistinê
3 ê mijdarê li Bryûsêlê civîna sêem, ya cîgirê serokwezîrên Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv pêk hatîye, wextê kîjanê pirsên kifşkirina sînora hatine gotûbêjkirinê.
Bi hesabhildana pevketinên serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, alîya gotûbêjkirin berdewam kirine û derheqa pirsên teşkîldarîda xeberdane.
Alî pevketine ku xebatên çareserkirina kifşkirina sînora û ewlehkarîyê bidine lezêxistinê.
Alî usa jî pevketine, ku roj û cîhê derbazkirina civîna çaremîn bidine qirarkirinê.