H’emû nûçeSereke

Marûkyan daye eşkerekirinê ku Adirbêcan bona pêşeroja cimeta Arsaxê çi têra dibîne

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdomon Marûkyan dibêje wekî Adirbêcan pirsekê pêşda dikişîne, li gorî kîjanê ermenîyên ku bi sedsala li Qerebagê dijîn, gerekê li gorî qewilên Adirbêcanê bijîn, yan jî herine welatekî sêem. Li gorî înformasîyona Armênprêssê Marûkyan derheqa vê yekêda mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye.

“Adirbêcan pirsekê pêşda dikişîne, li gorî kîjanê ermenîyên ku bi sedsala li Qerebagê dijîn, gerekê li gorî qewilên Adirbêcanê bijîn, yan jî herine welatekî sêem û serda jî dibêje, wekî ew paqjkirinên êtnîkî nînin.Bona min hewaskare ku xudanên vê têzê bawarîya xwe li gotinên xwe tînin, yan na?”,- Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button