SerekeSîyasî

Mesûd Barzanî careke mayîn çawa serokê Patîya Kurdistarnêye Dêmokratîk hate hilbijartinê

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk careke mayîn Mesûd Barzanî çawa serokê partîyayê hilbijart.

Hemû endamên kongira  14 emîn, ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, bi yekdengî çawa serokê partîyayê Mesûd Barzanî hilbijartin.

Xêncî wê yekê, serokwezîr Mesrûr Barzanî û serok Nêçîrvan Barzanî dîsa çawa cîgirên Mesûd Barzanî hatine kifşkirinê.

Korngira Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk 3 ê mijdarê li Dihokê destpê bûye. Kongire rûyê şerkarîya dijî DAÎŞ ê û hilbijartirnên li Îraqê hatibû paşdaêxistinê.

Kongira partîyayêye 13 emîn kanûna sala 2010 a li Hewlêrê pêk hatibû.

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk 16 ê tebaxa sala 1946 a ji alîyê Mistefa Barzanîyê rehmetîda, bavê serokê partîyayêyî niha Mesûd Barzanî, li bajarê Mehabadê hatîy damezirandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button