H’emû nûçeSereke

Moskva fem dike ku wê çi bibe, heger Qerebagê teslîmî serkarîkirina Bekûyê bikin: sîyasîzanê rûs

Moskva fem dike ku wê çi bibe, heger Qerebagê teslîmî serkarîkirina Bekûyê bikin. Derheqa wê yekêda sîyasîzanê rûs, doktor Fyodor Voytolovskî gotîye.

“Heger em pêşnîyarên avropî û amêrîkî lê binihêrin, wî çaxî emê bibînin, wekî ew tiştekî konkrêt têra dibînin: serkarîkirina Adirbêcanê û dêfakto tunekirina Komara Qerebagê.

Feqet Rûsîya bi femdarîya mezin û bi aktîvî derheqa pirsa statûsêda dide dîyarkirinê, fem dike, wekî heger Qerebagê teslîmî Adirbêcanêkin, wî çaxî binelîyên ermenî wê bi massayî derkevin û Komara Qerebagê jî wê bê tunekirinê”,-Voytolovskî gotîye.

Bi fikira pêşezan rîya ku ji alîyê rûsada hatîye pêşnîyarkirinê, diha gelekî dijware û bona wê yekê xebata bi kel û ced pêwîste, lê pêra jî pirsên ewlehkarîyê tên hesabhildanê, yên ewlehkarîya cimeta Qerebagê.

Bi fikira Voytolovskî, wextê dew û doza pêşnîyar û helkirinên lez xemgînîyê pêşda tînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button