H’emû nûçeSereke

Ne ku pevçûyîna li ser sînor, lê êrîşa berfireh: sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê agrêsîya Bekûyê raberî hevalkarê xweyî ji Rûsîyayê kirîye

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan wextê hevdîtina sêkrêtarên şêwirên ewlehkarîya Welatên Hevalbendîya Serbest rastî sêkrêtarê şêwira Rûsîyayêye ewlehkarîyê Nîkolay Patrûşêv hatîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî ji ofîsa şêwira ewlehkarîyê ragîhandine, û dane dîyarkirinê, wekî wî çaxî halê ewlehkarîya li herêmê hatîye raberkirinê.Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê agrêsîya berfireh, ya ji alîyê Adirbêcanêda, ya 13 ê îlonê û encamê wê raber kirîye û pêra jî  gotîye, wekî ew yek ne ku bûyara li ser sînor bû, lê dagirkirina berfireh bû.

Li gorî înformasîyayê, sêkrêtarê ewlehkarîya Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku li herêmê bighîjine aşîtîyê.

Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîva hevkarîya duayalîda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button