SerekeSîyasî

Sîyasetmedarên partîya Dêmokratîk, ya Gela rastî wekîlên wezîreta Almanîyayêye karên der hatine

Li Enqerê hevdîtina wekîlên partîya Dêmkoratîk, ya Gela tevî wekîlên wezîreta Almanîyayêye karên der pêk hatîye.Serokên partîyayê Perwîn Bûldan û Mîthat Sancar û usa jî seroka komîsîya partîyayêye pirsên dere Feleknac Ûca beşdarî wê hevdîtinê bûne.

Wextê hevdîtinê pirsnên derheqa endamtîya Tirkîyayêye nava Yekîtîya Avropayêda, bûyarên van dawîyaye li Tirkîyayê, derheqa hilbijartinên pêşerojêda û sîyaseta desthilatdarîya Tirkîyayêye  dijî partîya Dêmokratîk, ya Gela, hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button