SerekeSîyasî

Tirkîya dixweze Rûsîyayê ji Qafqasîya Başûr bide derxistinê û li vir baregeha leşkerî cîhwarke: Safrastyan

Nenihêrî wê  nêzîkbûnê, Rûsîya û Tirkîya ji alîyê gêopolîtîkîva dîsa çawa berê mînanî hevin. Derheqa wê yekêda tirkzan Rûbên Safrastyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî gelek cara berjewandîyên Rûsîyayê û Tirkîyayê dijî hevin, usa jî li Qafqasîya Başûre, li kîderê Tirkîya dixweze bibe merkeza qewatêye tek-tenê.

“Ew  yek jî dide kifşê, wekî Tirkîya dixweze Rûsîyayê ji herêmê bide derxistinê”,-pêşezan gotîye. Safrastyan usa jî bîr anîye, wekî Tirkîya çawa hevkara NATO ê û Ştatên Yekbûyîye amin tê hesabê. Merkeza rûsa-tirka li Agdamê tiştekî normale.

“Ev yek bona Tirkîyayê girînge, çimkî bi vî cûreyî ew mecalê distîne ku amadebûna wê, ya leşkerîye ne mezin li Qafqasîya Başûr hebe. Moskvayê îzin neda ku  leşkerên wê li wir hebin û pêra jî îzin neda ku leşkerên merkeza monîtorîngê, ya tirka, li Arsaxê biqesidin”,- pêşezan gotîye.

Safrastyan difikire, ku heger mecala Enqerê hebe, ewê bicêribîne bighîje tiştên hê zêde.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button