H’emû nûçeSereke

Bersiva Rûsîyayê wê wî çaxî besbûya, heger eskerên Adirbêcanê nava axa Ermenîstanêda nîbûna: em hîvîya gavên rastin: Armên  Grîgoryan

Îdî eyane wekî nava rojên nêzîkda hevdîtinên bi dereca wezîrên Ermenîstanê û Adirbiêcanêye karên der, bi navçîgarîya sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Ênîtonî Blîkên, wê pêk bê. Feqet civak dixweze pê bihese ku bona çi li Soçîyê serokê Rûsîyayêra li hev nehat pêşnîyarên xwe biparêze, ji kîjana ya sereke, ya derheqa Qerebagêda nava peymana aşîtîyêdaye.

Sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan wextê hevpevîna tevî Factor TV ê  gotîye, wekî Yêrvanê cêribandîye piştgirîyê bide pêşnîyarên rûsa.

“Me çend cara cêribandîye wê yekê bikin bona ku pêşnîyarên alîyê rûsa zelal bêne kifşkirinê, kîjanada usa jî derheqa Qerebagêda hatîye dîyarkirinê. Bêguman alîyê rûsa pêşda soz dabû me wekî ew yek wê bibe, lê ew yek nebû. Me dixwest bona aşîtîparêza jî bihata kifşkirinê, wekî aşîtîparêz li Qerebagê tên cîhwarkirinê, lê ew yek nebû. Emê xebata tevî Rûsîyayê berdewamkin û emê bicêribînin wî alîda bighîjine encama.Serokwezîr elam kiribû, wekî em hazirin paşdaêxistina wedê  mayîna aşîtîparêza bidine zêdekirinê. Li  alîyê rûsa ew nêzîkbûn heye, wekî hêjaye wî alîda bixebitin û helkirina bibînin”,- Armên Grîgoryan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî gelo Rûsîyayê tevî Adirbêcanê bixebite, ku xala pêşnîyarên rûsaye 15 a  mîyaserbe, kîjan derheqa  hiştina statûsa Qerebagê bona pêşerojêye, Armên Grîgoryan gotîye:

“Hevraxeberdan ne ku sozdayînin, lê gotûbêjkirina nêzîkbûnaye. Ermenîstanê nêzîkbûnên xwe raber kirine û hêvîdare wekî alîyê rûsa wê bicêribîne bixete, bona ku ew yek mîyaserbe. Alîyê rûsa gotîye, wekî bona alîyê ermenî pêşnîyarên baş hene û Ermenîstan jî piştgirîya wê rojevê dike”.

Gelo bersiva Rûsîyayê bona Ermenîstanê çi cûreyîye, Armên Grîgoryan gotîye: “Bona min wê besbûya, heger eskerên Adirbêcanê nava axa Ermenîstana serbixwe nîbûna”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button