Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê têra dibîne here Bexdayê bona ku qanûna byûcêya sala 2023 a gotûbêj bikin.
Seredan 8 ê mijdarê têra hatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda Kurdistan 24 ê ragîhandîye.
Ev yek piştî wê yekê hate birîyarkirinê, dema ku serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya As Sûdanî îzbat kir, wekî hemû tişt wê bê kirinê bona ku qanûna derheqa byûcêyêda bê amadekirinê. Hatîye ragîhandinê, wekî qanûna derheqa byûcêyêda wê nîveka vê mehêda li parlamêntê bê raberkirinê.