H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayêye sîvîl girîng hesab kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî  karên der Ararat Mîrzoyan  serokê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê cîhwarkirî Marêk Şçîgîêl û endamên dêlêgasîyayê qebûl kirine.

Wextê hevdîtinê, Mîrzoyanê wezîr halê piştî agrêsîya Adirbêcanêye 13-14 ê îlonê û encamên ji wê agrêsîyayê pêşdahatî raber kirîye. Wezîr usa jî derheqa halê li herêmê, pêvajoya normalkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê xeberdaye.

Wezîrê karên der usa jî cîhwarkirina mîsîya sîvîl, ya Yekîîya Avropayê girîng hesab kirîye û gotîye, wekî ew yek wê karê bide qewînbûn û aşîtîya li herêmê. Marêk Şçîgîel razalixî bona wê yekê elam kirîye, wekî alîyê ermenî piştgirîyê dide mîsîyayê û xebatên wan.

Pirsên derheqa hevkarîya pêşerojêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button