SerekeSîyasî

Admînîstrasîya otonom elametîya wezîrê Swêdêyî karên der şermezar kirîye

Admînîstrasîya otonom girêdayî elametîya wezîrê Swêdêyî karên derra nerazîbûna xwe elam kirîye û bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî Swêdê tabîya xweye nava civaka navnetewîda xweyke. Nava elametîyêda hatîye gotinê,wekî Swêd welatekî dêmokratîke û ew şerkarîya miletên bindest diparêze.Hatîye gotinê, wekî kurdên li Sûrîyayê dijî DAÎŞ ê şerkarîyê dikin û koalîsyîona navneteweyî jî piştgirîyê dide wan.

“Bakûr-rohilatê Sûrîyayê û hêzên wê dijî DAÎŞ ê şerkarîyê dikin.Em xemgînin, wekî wezîreta Swêdêye karên der wê elametîyê belav dike bona ku Tirkîya wê yekêra qayîlibe,wekî  Swêd bibe endama NATO ê.Em berjewandîyên Swêdê fem dikin, lê ew yek neraste, ku wê yekê kîsî miletê me dikin, yê ku dijî têrorîzma navneteweyî şerkarîyê dike”,- nava elametîya admînîstrasîya otonomda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button