H’emû nûçeSereke

Li Gêxarkûnîkê dîtindara daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda agrêsîya hebûye û axa okûpasîyakirî heye: serokê qezayê

Li qeza Ermenîstanêye Gêxarkûnîkê dîtindarên Yekîtîya Avropayê gotine û dane dîyarkirinê, wekî ew tişt îzbatkirîye wekî ji alîyê Adirbêdcanêda hindava sînorên Ermenîstanê agrêsîya hebûye û axa okûpasîyakirî heye.Derheqa wê yekêda serokê qeza Gêxarkûnîkê Karên Sargsyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

“Teribandin hebûne, lê van rojên dawî tê bêjî ew kêm bûne. Dîtindar şuxulkarîya xwe mîyaser dikin û bi saya tehsîra wan azêrîya agirkirin kêm kirine”,- serokê qezayê gotîye.

“Ew herroj dîtindarîyê mîyaser dikin û tiştên nû eşkere dikin. Me înformasîyayên xwe raber kirine û dîtindara jî daye dîyarkirinê, wekî ewê nava raporta xweda bidine kifşê. Nava dîtindarada hene meriv, yên ku dane dîyarkirinê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda agrêsîya hebûye”,-Sargsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button