Teribandina xetên sor dikare encamên giran bide: Şahan Gantaharyan “lîstika” Îran, Rûsîya, Îsrayêl, Ûkraîna şirove dike

Fêdêrasîya Rûsîyayê eşaretî daye Îsrayêlê wekî teribiandina “xeta sor” dikare encamên giran pêşda bîne. Derheqa wê yekêda rêdaktorê rojnama Libnanêye “Azdak” ê Şahan Gantaharyan gotîye.
“Heger bi cûrê zelalkirî em şirovekin, tê ber çeva wekî li vir lîstika Îran- Rûsîya dijî Îsrayêl-Ûkraînayê pêk tê. Pêşda pevktin hatine destanînê, wekî bona ku Îsrayêl pêwandîyên xweye tevî Rûsîyayê xweyke, wê sîliha nede Ûkraînayê, lê Têhranê jî digot, wekî Moskvayê sîlihên wê wextê opêrasyonên leşkerî nede xebatê. Gelo meriv dikare bêje, wekî ev qayîlî cûrekî mayînin, wekî Têl-Avîv sîliha bi destî welatekî mayîn difroşe Kîyêvê, lê nexebitandina sîlihên Îranê jî wê bi çi mêxanîzmê bê kontrolkirinê?”,- pêşezan dibêje.
“Îranê, pêşîya opêrasyona leşkerîye li Ûkraînayê, diron firotine Moskvayê, lê ewê jî dewsa wan dirona ênêrcîya atomî xwestîye”,- Şahan Gantaharyan gotîye.







