SerekeSîyasî

Belavkirina fîlma îranî, ya derheqa “hestûyên” malbeta Elîyêvîyada, derbê dighîne tabîyên malbeta Elîyêvîya

Aktîvîstê ermenî Mîka Badalyan derheqa fîlma îranîye dokûmêntalda nivîsîye, ya ku derheqa pêwandîyên Heydar Elîyêv / bavê serokê Adirbêcanêyî niha/ û PKK ê da gilî dike.

Serecema  fîlmê YouTube  da hatîye belavkirinê û wê yekê bersiveke berfireh pêşda anîye.Hukumata Adirbêcanê bi rêyên dîplomatî cedandin dane xebatê, ku ew fîlm neyê weşandinê.

Li vir tiştê hewaskar ne ku bersiva desthilatdarîya Adirbêcanê, lê kirinên Îranêne. Piştî cêribandinên Adirbêcanê, yên bona teşkîlkirina  serhildana dijî hukumata Îranê, nêzîkbûna Têharênêye hindava Adirbêcanê hatîye guhartinê.

Helkirina pirsgirêka Qerebagê, ya bi destê zorê ewe, wekî cêribandinên Elîyêve bona pêşdaanîna dew û doza di navbera komên êtnîkîda wê rastî şerkarîya aktîv bên.

Niha li Îranê ssênara derbazkirina rêfêrêndûmêye li Nexçêvanê û axa telîşaye dîrokî bi aktîvî tê amadekirinê. Fîlma dokûmêntal, ya ku  “hestûyên” malbeta Elîyêvîya dide eşkerekirinê, ne girînge ku ew raste, yanê jî derewe. Ewê derbê bighîne tabîyên serokê Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button