
Mînanî îşê serokê berê, yê Partîya Dêmokratîk, ya Gela Salhedîn Dêmîrtaş mehkeme hatîye ser wê biryarê, wekî menîyên girtina parlamêntvana yên sîyasîne, kîjan xala konstîtûsîya avropîye 18 a diteribînin.
Mehkema Avropayêye mafên mêriv qirara derheqa girtina 13 parlamêntvanada belav kirîye.
Mehkemê daye dîyarkirinê, wekî parlamêntvan bi neheqî hatine girtinê û girtina wan neraste û mafên wan jî hatine teribandinê.Ev hemû 13 parlamêntvanên ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela wextê hilbijartinên mijdara sala 2015 a hatine hilbijartinê. 12 parlamêntvan 4 ê mijdara sala 2016 a , lê yek jî sala 2017 a hatine girtinê. Li gorî qirara mehkemê, ew meriv gerekê bêne azaberdanê.







