Serokên ştabên sereke, yên hêzên welatên endamê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, wê pirsên hevkarîya leşkerî gotûbêj bikin.Ewê 10 ê mijdarê bi vîdêokonfêransê rastî hevdu bên. Derheqa wê yekêda berdevkê şaba organîzeyê Vladîslav Şçêgrîkovîç elam kirîye.
“Bi serokatîya serokê ştaba hêzên Rûsîyayê Valêrî Gêrasîmov, serokên ştabên sereke, yên Ermenîstanê, Bêlarûsê, Qazaxstanê, Qirqizstanê, Tacîkstanê, usa jî serokê ştaba organîzeyê Anatolî Sîdorov wê beşdarî vîdêokonfêransêbin”,-Şçêgrîkovîç gotîye.
Ewî usa jî serda zêde kirîye, wekî alî wê pirsên hevkarîyê gotûbêj bikin.