H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê derheqa encamên şêrda, yên li  dor-bera xeberdaye

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan li Şarm êl Şêyxê, nava doranên hemcivîna  konvênsîya derheqa guhêrîna klîmayêda bi axaftin pêşda hatîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî Vahagin Xaçatûryan daye dîyarkirinê, ku şerkarîya dijî guhêrîna klîmayê beşeke rojeva hemcîhanîye, ya ku dewa hevkarîya hemûya dike.

“Klîma tê guhartinê, merivatî ne tenê şedê wê yekêye, lê tehsîra wê li ser xwe dibîne”,-Vahagin Xaçatûryan gotîye.

“Em hemû jî derheqa dew û dozada zanin, rêsûrsên kîjana tehsîra xwe li ser dor-bera dihêlin.Tehsîra şêre ser sîstêmên êko cudaye û ew yek bi berfirehîya dew û dozê û wedê wêva girêdayîye.

Mixabin van axirîya Ermenîstan rastî dew û doza wî cûreyî hat.13 ê îlonê Adirbêcanê agrêsîya dijî Ermenîstanê mîyaser kir.Ewê axa Ermenîstana serbixwe kire hedef. Hetanî bajarê cîhê hêsabûnê, Cêrmûk jî hatîye êrîşkirinê. Bi sîlihên cûre-cûre ew dor-ber hatine êrîşkirinê”,-Vahagin Xaçatûryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button