SerekeSîyasî

Dadgeha Avropayêye mafên mêriv biryar da ku girtina parlamêntarên partîyê alîgirê kurdan ji alîyê Tirkîyayê ve bi armanca sîyasî ye: wana gerekê aza berdin

Duvar dinivîse ku dadgeha Avropayê ya mafên mêriv biryar da ku ji alîyê Tirkîyayêda girtina 13 parlamênterên Partîya Dêmokratîk ya Gelan ya opozîyona alîgirê kurdan mafên wan binpê dike.
Dadgeha Avropayêye mafên mêriv destnîşan dike ku di pêvajoya ku di 2 ê mijdara sala 2016 da dest pê kir de azadîya ramanê ya wekîlan, mafê dengdan û hilbijartinê hatin binpêkirin.
Dadgehê ji bo parlamêntar Fîgên Yûksêkdag, Îdrîs Balêkên, Besîme Konja, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Selma Îrmak, Ferhat Enju, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Çaglar Demîrel, Burcu Çelîk, Leyla Bîrlîk û Ayhan Bîlgen bi giştî 184, 600 yûro û 1000 yûro ji mesrefên mehkemeyêra birî.
Parêzerê dozê Ramazan Demîr, biryara dadgeha Avropayêye mafên mêriva nirxand û got, “Dadgeha Avropayêye mafên mêrivê biryar da ku girtina parlamêntaran ya sîyasî ye, piştî vê hukumê divê hemû parlamenterên ku niha di girtîgehêdanin, bêne afûkirinê”.
Piştî biryarê berdevka komîsyona mafê mirovan ya partîyayê Nuray Ozdogan bi daxuyanyeke nivîskî daxwaza berdana sîyasetmedarên HDP ê kir.
Dêmîrtaş, Yûksêkdag û çend parlamenterên din yên partîyayê ji 4 ê mijdara sala 2016 da bi sûcdarî pêwendîdar bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatibûn desteserkirin, ku wê partîyê wek “derbeya sîyasî” bi nav kiribû. Piştî vê yekê desthilatdarîya Partîya “Dad û geşepêdanê” dest bi zextên li ser HDP ê kir, zêdetir pêş ket û hewl da ku HDP ê bigire.
Piştî vê yekê desthilatdariya Partîya “Edalet û pêşkeftinê” dest bi zextên li ser HDP ê kir, zêdetir pêş ket û hewl da ku HDP ê bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button