Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan gotîye, wekî piştî hevdîtina tevî serokwezîrê Swêdê wê hevdîtineke nû jî bê teşkîlkirinê. Serokwezîrê Swêdê hêvîdar bû, wekî Tirkîyayê qayîlîya xwe bide ku Swêd bibe endama NATO ê.
Serokê Tirkîyayê serda zêde kirîye, wekî ewî dixwest ku Swêd bibe endama NATO ê, lê ew jî dixwezin ku Swêd bersiva xwestinên wan bide.Em bêjin, wekî Tirkîya dijî endamtîya Swêdê û Fînlandîyayêne, ku ew bibine endamên NATO ê, çimkî ew hevkarîyê tevî organîzeyên kurda dikin.
Êrdogan dew ji Fînlandîyayê û Swêdê kirîye ku endamên PKK ê paşda vegerînine Tirkîyayê.