H’emû nûçeSereke

Heger kesek bifikire ku rojeva aştiyê “hilweşandina aştiyane” ya ermeniyan e, pir di şaşiyê de ye:Paşinyan

Îro bi serokatiya serokwezîrê Komara Ermenîstane Nikol Paşînyan civîna hukumatê pêk hat.

Serokwezîr di civîna hikûmetê de gotarek pêşkêş kir û tê de bi taybetî got:

“Beşdarên rêzdar yên civîna hukumetê, hemwelatiyên hêja.

Elametîyen du roj berê,  8 ê mijdara sala 2022 da, ji alîyê serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv, careke din îzbat dike ku daxwazên gêopolîtîk yên rayedarên Adirbêcanê li ser ewlekarîya Qafqasîya Başûr û berfirehtir dibin gef.

Ew axaftina tijî heqaretên li civaka navneteweyî û li Komara Ermenîstanê hat kirin, ku serokkomarê Adirbêcanê hewl dide Ermenîstanê û hukumata me bi cihneanîna peyman û erkên xwe sûcdar bike, bi awayekî berevajî vê yekê îzbat dike.

Di heman demê de, daxuyanîyên Alîyêv roja piştî civîna wezîrên karên derve yên Ermenîstanê û Adirbêcanê bi navbeynkarîya wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên û gotûbêjkirina li ser peymana aştîyê li Waşîngtonê hatin dayîn, dema ku dêlêgasîyayên alîya  hela hê venegerîyabûn paytextên xwe.

Bi wê axiftina bêrûmet, serokatîya Adirbêcanê  çend roj berê  elametîya sêalî ya roja 31  ê cotmeha îsale li Soçîyê hatîye pesendkirin, bi awayekî tund binpê kir. Elametîya Soçîyê ya 31 ê cotmeha îsalin û  ya Prahayêye  6 ê cotmeha îsalinda, serokê Adirbêcanê behsa daxwazên xwe yên ji bo xaka serwerîya Komara Ermenistanê dike, bi mebesteke eşkere ku bi bikaranîna gefxwarinê xelkê sivîl têrorîze bike, nav û binavên çend wargehên ermenî.

Binpêkirina daxuyanî û peymanên ku ji alîyê Adirbêcanêda ya sêalî û formên din de hatine kirin, xwedî cewherek kronîke, ku li jêr tê vegotin.

Berevajî elametîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 î ku li gorî wê agirbesteke tam li herêma  Qerebaxê tê pêkanîn, di kanûna  sala 2020 î de, Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî wargên Xsabêrdê û Hîn Tagêrê yên Qerebaxa Çîya û herêmên girêdayî wê dagir kir, opêrasîyonên leşkerî tên rawestandin, û alî li cihên xwe dimînin.

Adirbaycanê  adara  sala 2022 da jî heman dagirkerî pêk anîbû û êrîşî herêma berpirsîyarîya hêzên aştîparêz yên Fêderasîyona Rûsyayê li Qerebaxê kiribû û xeta têkilîyê ya ku bi elametîya sêalî ya 9 ê mijdara sala  2020 î hatibû avakirin, binpê kiribû û niha serokê Adirbêcanê bi serbilindî bang dike, ew “Operasyona Parûxê” nav dike.

Adirbêcan  her roj agirbestê binpê dike, di heman demê de li ser xeta pêwendîyê ya ku bi elametîya sêalî ya 9 ê mijdara sala 2020 î hatîye avakirin, di heman demê de ragîhand ku Qerebax tune ye.

Ev îdî bixwe binpêkirinek mezin ya daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 ye. Her wiha di wê belgeya navdar ya bi îmzeya Adirbêcanêda 4 caran navê  Qerebaxa Çîya” hatîye gotin.

Adirbêcanê ji bo ku endamên ermenîyên Qerebaxa Çîyara gav neavîtine, ji bo civaka navneteweyî dest bi dîyalogeke berbiçev bike.Di heman demêda, Adirbêcan  dicênribîne ku avaker xuya bike û her weha radighîne ku ermenîyên Qerebaxê “welatîyên wanin, maf û ewlehîya wan garantîyakirîne”.

Ev îdîa çiqas raste, dikari bi pratîkî bidine îzbatkirin ku Adirbêcanê çi şert û merc çêkirîye û çi gav avîtine ji bo vegerandina bi ewleya bi hezaran niştecihên Hedrûdê û deverên din yên  Qerebaxêye ermenî, ku di encamê şerê 44 rojî ya  sala 2020 da koçber bûne. Adirbêcanê di vî warîda tu gav neavêtîtye, ku ev yek binpêkirina xala 7 ya elametîya sêalî ya 9 ê mijdara sala 2020 ane. Bi binpêkirina heman xalê, Adirbêcanê rê li ber ketina nûnerên Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî ofîsa Komîserîya Bilind ya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî bo Qerebaxê digire.

Di elametîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 da tê gotin ku hêzên aştîyê li Qerebaxê bo heyama 5 salan, bi dirêjkirina otomatîkî ya heyamên 5 salan li pey hev tên bicihkirin. Ez dubare dikim, bixweber dirêj kirin. Ev dide kifşê  wê wateyê ku hêzên aştîparêz li Qerebaxa  Çîyabin,  heta ku hemî pirsgirêkên têkildarî maf û ewlehîya ermenîyên Qerebaxê neyên çareserkirin û hemî pirsgirêkên ewlehîyê yên ermenîyên Qerebaxê neyên çareserkirin.

Bi elametîyên sêalî yên 26 ê mijdara  sala 2021ê û 31ê çiriya pêşin ya sala 2022 a,  serokê Adirbêcanê bi xwe li ser dabînkirina ewlehî û îstiqrarê li devera ku lê bicîh bûne, alîkarîke girîng ji bo ewlekarî û aramîya devera bicîkirina wê.

Herweha, wî pêwîstî bi hewlên zêdetir yên hêzên aştîparêz bo aramkirina rewşa herêmê da zanîn. Piştî îmzekirina du elametîyên Soçîyê û çêkirina van protokolan, bêyî garantîyên zelal yên navneteweyî ji bo ewlekarî û mafên ermenîyên Qerebaxê, pêşxistina gotûbêja vekişîna hêzên aştîyê ne tenê binpêkirina elametîyên sê alîye, lê her wiha amadekarîya gênosîda ermenîyên Qerebaxê dike.

Çalakî û elametîyên berevajî elametîya sê alî ya 9 ê mijdarê jî di nav axaftin û hewldana manîpûlatîv ya Adirbêcanê ku demeke dirêj li derdora sivdera Laçînê pêşxistîye û hewla xêzkirina hevsengîyê di navbera sivdera Laçînê û hemû dezgehên veguhestin û veguheztinê yên herêmî yên ku di vê çarçoveyê de hatine pêşkêş kirin, xala 9 a elametîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 î di navbera rakirina astengkirina hemî girêdanên veguhastinê û aborî de.

Di vê navberê de, bendên elametîya sêalî ya 9 ê mijdara sala  2020 î cîh ji hevokên wehare nahêle û ev yek ji hêla çend rastîyan ve tê rewa kirin.

Xalên 3 û 6 yên elametîya sêalî ya li ser sivdera Laçînê dibêje “Sivdera Laçînê”, ev gotineke, yanî rasterast sivdera Laçînê bi vî rengî hatîye binavkirin.

Di xala 9 a  ya heman elametîyêda  ne xaçepirsînek, ne behsa xaka Komara Ermenîstanê û ne jî navekî cîhek heye.

Li gorî xala 6 emîn ya elametîya sêalî, sivdera Laçînê ne tenê rêyek yan rêgezek veguheztinê ye, di heman demê de herêmek 5 kîlometre firehe.

Xala 9 a behsa herêmeke usa nake û tenê behsa ragîhandinê, ragîhandina veguheztinê dike.

Li gorî xala 6 a elametîya sêalî, sivdera Laçîn di bin kontrola hêzên aştîparêz yên Fêdêrasîyona Rûsyayêdaye.

Xala 9 da tê gotin ku  nobedariya sînora  Ewlekarîya Fêdêral ya Fêdêrasîyona Rûsyayê kontrolê li ser ragihandina veguheztinê ya di navbera herêmên rojavayê Adirbêcanê û komara  Naxîcêvanêda dike. Ev mijar bi biryarnameya jimare 695 a serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê ya 10 ê mijdara  sala 2020 î “Li ser dabînkirina aştîya Qerebaxê” jî tê ronîkirin, ku dibêje, ez dinivîsim: “Ji sêrvîsa Ewlekarîya Fêdêral ya Fêdêrasîyona Rûsyayêre, ku kontrola Komara Ermenîstanê li ser peydakirina girêdanên veguhastinê yên di navbera herêmên rojavayê Adirbêcanê û Komara xweser ya Naxçêvanêda ji bo tevgera du alîya welatîyan pêk bîne”.

Ji ber vê yekê, mijara kontrolkirina xaka me ya serwêrî û dûrxistina her karekî me yê serwêrî tîne û nabe jî, ew li ser kontrolkirina cîbicîkirina rêkeftinane, û ji rêkeftinê jî, divê mebesta me bi gotinê be, ji ber ku bi awayekî xwezayî. Di peymaneke din nikare bibe, û tenê ev dikare ji hêla karûbarê cerdevanîya sînor ya servîsa Ewlekariya Fêdêral ya Fêdêrasyona Rûsyayê ve were kirin.

Li gorî xala 6  a elametîya sêalî, sivdera Laçînê tenê ji bo afirandina têkilîyeke bênavber û ewle di navbera Qerebaxa Çîya û Komara Ermenîstanê de, weke temînata ewlehîyê, weke rêya yekane û neguherbar ya jîyanê hatîye avakirin.

Ev jî ji hêla elametîya sêalî ya 11 ê çileya  sala 2021 ê ve, ku vekirina paragrafa 9 a ya elametîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020  ye, belgeyek ku wateya wê vedibêje, dîyar dibe.

Komara Ermenîstanê her dem amade bû û hîn jî amade ye ku peywendîyên weha pêşkêş bike û ji bo vê yekê jî pêşnûmeya biryara hukumeta Ermenîstanê li ser çêkirina xalên çavdêrîyê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê û di encama bi pejirandina vê biryarê, Adirbêcan dikare bi rîya Ermenîstanê bi Komara Xweser ya Naxçêvanê ra peywendîyê werbigire.

 Ew biryar ji ber sedemekê nayê qebûlkirin, Adirbêcan usa naxwaze. Ev tê wê maneyê ku Ermenîstan erka xwe bi temamî bi cîh tîne û ew Adirbêcane ku naxwaze ji firsendê sûd werbigire.Wekî din, redkirina bi vî rengî bi tevahî nayê fêmkirin. Heger Adirbêcan bi rastî aştîyê dixwaze û ji aştîyê re jî amade ye, wek ku dibêje, bila wan xalên kontrolê vekin, em derfetan ji mirovan re çêbikin. Eşkere ye ku di destpêkê de ew wê dudilî bin û bifikirin, lê gava ku ji dilpakîya nîyeta xwe pitrast bibin, hemwelatîyên Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê teqez dê dest bi sûdwergirtina ji vê derfeta nû ya koçkirinê bikin.

Di derbarê çêkirina rêyên nû de, Komara Ermenîstanê bi danezana sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 î jî bi  daxuyanî û belgeyekê re ne xwedî berpirsîyarîyek usa ye. Xala 9 a ya daxûyanîyê di rewşa lihevkirina alîyan de îmkaneke wiha dide. Û Komara Ermenîstanê jî amade ye ku razîbûna xwe bide. Û tenê ji ber sedemek peymanek tune. Adirbêcan li dijî peyman û daxuyaniyên îmzekirî gotinên êrîşkar û kiryarên xwe didomîne.

Piştî çend rojan serokkomarê Adirbêcanê bi xwe jî ev belgeya ku vê peymanê piştrast dike îmza nekir. Ew rewşek pir hêsan xuya dikir, ya ku hewce bû ew bû ku tiştê ku bi eşkereyî hatî ragîhandin li ser kaxezê were danîn û tenê were îmzekirin, lê Adirbêcanê ev kiryar red kir. Îro jî serokkomarê Adirrbêcanê vê yekê red dike û ez bi fermî radigihînim ku ez amade me îro belgeya piştrastkirina vê rêkeftinê îmze bikim. Em behsa wê rêkeftinê dikin, di derbarê wê de min li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsek çêkir û di civîna hukumetê de jî li ser vê mijarê daxuyaniyek da, talîmat da.

Serokkomarê Adirbêcanê bi xwe pêşnîyara avakirina peywendiyên nû, ku Komara Ermenistanê bi nivîsekî formûle kiribû û di kanûna 2021 ê de ji Adibrbêcanê re şandibû, red dike. Her wiha emê di demeke nêz de li ser vê mijarê pêşnîyareke nû pêşkêş bikin. Û bi awayê, me li ser vê mijarê pêşniyarek hilanînê ya zêde heye.

Serokkomarê Adirbêcanê bi xwe peymana li ser çareserkirina berfireh ya pirsgirêka Qerebaxê ya ku di kanûna  sala 2021an de li Brukselê hatibû îmzekirin, dişkîne.

Serokkomarê Adirbêcanê bixwe bijardeya taloqkirina heta demeke nedîyar mijara statûya Qerebaxê ya ku di mijdara  sala 2020 de bi navbeynkarîya serokê Rûsyayê li ser hatibû lihevkirin, betal dike.

Serokkomarê Adirbêcanê bi xwe elametîa 26 ê mijdara  sala 2021ê li Soçîyê binpê dike û peymana ku li gor wê projeya xêzkirina sînorê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de divê di bin şert û mercên dabînkirina ewlehîya sînor de bimeşe û alozî dernekeve, binpê dike.

Serokkomarê Adirbêcanê bi xwe peymana ku di kanûna sala 2021 de li Bryûsêlê hatibû îmzekirin, şikand, ku li gorî wê diviyabû li herêmên herî metirsîdar bi awayekî neynikê vekişîna leşkeran bihata kirin.

Û çima bi vî awayî tevdigere, çima Adirbêcanê her carê pêvajoyê tîne ber bendekê? Polîtîkaya xwe ya êrîşkar ya qirkirinê bidomîne. Serokkomarê Adirbêcanê Ermenîstanê bi wê yekê tohmetbar dike ku di çarçoveya amadekariyên qirkirina ermeniyên Qerebaxê de artêşa xwe li Qerebaxê heye.

Berî her tiştî divê ez binivîsim ku artêşa Komara Ermenîstanê li Qerebaxa Çiyayî tune ye û Adirbecan bi xwe jî pêşniyara şandina mîsyoneke çavdêriyê bo Qerebaxa Çiyayî red kir ji bo ronîkirina vê meseleyê, ku min di 6 ê cotmeha îsal de pêşkêş kiribû.

Li Qerebaxê artêşa Ermenîstanê tune, artêşa parastina Qerebaxê heye, belkî li pêşiya pêkanîna siyaseta qirkirinê astengiyeke cidî ye. Têgihîştina min ewe ku ermeniyên Qerebaxa Çiya tenê û tenê ji ber xetera qirkirinê, xwedî artêş in.

Heger Adirbecan bi paşverû hewl bide êrîş, dagirkirina herêman, topbarankirina 36 wargehên li ser axa Ermenîstanê ya serdest, di nav wan de Gorîs, Jermuk, Vardenis, Kapan, Gexamasar, di 13 ê îlona  sala 2022 a li dijî Komara Ermenîstanê ji ber sedemên xeyalî pêk bîne , koçberkirina 7,600 binelîyen sivîl, di nav wan de 1,437 zarok, 99 kesên kêmendam, hedefgirtina 193 malên niştecihbûnê, 3 otêl, 2 dibistan, navendek bijîşkî, kuştina 211 ermenî, di nav wan de 3 binelîyen sivîl, bidarvekirina bê edaletî ya herî kêm 11. Girtiyên şer jî di nav de îşkence û heqareta li ser cenazeyên jinên leşker nayê rewakirin û hemû bangên ji bo darizandina berpirsyarên van tawanan bê dudilî û bê dudilî ne.

Daxwaza ermeniyên Qerebaxê ya ji bo rakirina binpêkirinên xeta têkiliyê ji aliyê leşkerên Adirbecanê ve û vekişandina leşkeran ji qada berpirsyariya aştîparêzan jî adil e û her wiha dev ji siyaseta qirkirina ermeniyan berde, ya Karabaxê. Nîşaneya vê siyasetê jî teqîna tekane xeta boriya gaza xwezayî ya Qerebaxê ji aliyê Adirbecanê ve di adara 2022 a di şert û mercên sermayeke nedîtî de û astengkirina mayînde ya vegerandina wê bû. Di heman serdemê de, yekîneyên hêzên çekdar yên Adirbecanê bi şev apartman û taxên betonî yên hejmarek gundên ermeniyan li Qerebaxa Çiya bi roniyên lêgerînê yên bihêz ronî kirin, gef li welatiyan kirin ku malên xwe biterikînin, û banga nimêja îslamî li gel guleyan, lîstin: “azan” bi hoparlorên super-hêz.

Hevalên hêja, gelên delal:

Cara yekem e ku ez van hemûyan bi berfirehî dipeyivim û bi berfirehî diaxivim, ji ber ku ez dibînim ku Adirbêcan hewl dide reftarên xwe bi Ermenîstanê ve girêbide.

Lê ev bi serê xwe nabe pirsgirêk eger di hawîrdoreke ku ewlekariya navdewletî û herêmî rûbirûyê kêşeyên cidî dibin de çênebûya. Ger em bala xwe bidin axaftinên serokê Adirbecanê, ew rastî gefan li her kesî dixwe: Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransîyayê, Îranê, Yekîtiya Avropayê. Adirbecan her wiha astengkirina pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Tirkiyê de jî didomîne, ku bêguman dikare bibe sedema aramiya herêmê.

Divê ez bibêjim ku Adirbêcan her weha bi berdewamî xala 8-ê ya elametîya sêalî ya mijdara  sala 2020 î li ser pevguhertina dîlên şêr, rehîn û kesên din yên girtî binpê dike, girtina gelek hemwelatiyên Komara Ermenîstanê didomîne û hewl dide ku vê meseleya mirovahî bike pirsgirêk. mijara danûstandinên piçûk.

Di vê navberê de, ev ji bo Komara Ermenîstanê jî pirsgirêkeke  bi êşe. Di şerê Qerebaxê yê yekem de hejmara windayên aliyê Ermenîstanê 777, ji şerê 44 rojî 203 kes in. Ji 13 ê îlonê ve heta niha 16 kesên me yên winda hene û termên wan xortan li herêmên di bin desthilatdariya Adirbêcanê de ne û Adirbêcan bi hemû rê û bihaneyên sexte vegerandina wan bo Ermenistanê dereng dixe. Û ji sala 2020 ve, aliyê Ermenîstanê 130 termên windayên şerê yekem vegerandine Adirbêcanê û bi awayekî çalak di wî warî de xebata xwe didomîne, ku ji ber nebûna zanyariyên pêşkeftî gelek zehmete.

Weke ku hûn dizanin Ermenîstanê jî piştî şerê sala 2020 î jesteke mirovahî kir û hemû nexşeyên zeviyên mayinkirî yên li 7 herêman radestî Adirbêcanê kir, lê Adirbêcanê jî ji wê yekê ku atmosfereke pêbaweriyê bi hev re çêbike, ev yek veguherand cihê êrîş û dijminatiyê.

Hevalên hêja, gelên delal:

Lê dîsa jî, di dawiya axaftina xwe de, divê ez destnîşan bikim ku Komara Ermenîstanê bi hemû erkên xwe re, bi hemû peymanên ku hatine çêkirin re dilsoz e.

Ez dixwazim pabendbûna xwe bi peymanên ku li Prahayê û Soçiyê hatine kirin, yanî li ser bingehê Peymana Neteweyên Yekbûyî, danezana Almatî û protokola sala 1991 ê bi Adirbecanê re sînordar bikin û bi hevûdu re yekparebûna axa hev, serwerî û serweriya hev nas bikin, dupat bikim, binpêkirina sînoran, û peymana aştiyê li ser îmzekirina.

Lê eger kesek bifikire ku rojeva aştiyê “hilweşandina aştiyane” ya Komara Ermenîstanê yan jî ermeniyên Qerebaxê ye, pir di xeletiyê de ye. Rojeva aştiyê pêşkeftin û jiyana hevpar a Komara Ermenîstanê û herêmê ye û em ê bigihêjin armanca xwe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button