H’emû nûçeSereke

Piştî şerê 44 roje agrêsîya Adirbêcanê dîsa berdewam dibe

Tiştekî ber çevaye, wekî bona Adirbêcanê elametîya sêalî, ya 9 ê mijdarêye derheqa agirbestêda û ne jî hevdîtin û pevketinên destanî, rola zeftkirinê nalîzin.

Duh dîsa ji alîyê sînore rojhilatê agir barandine ser tabîyên ermenîya û elametîya wezîreta Ermenîstanêye parastinê jî şedetîya wê yekê dide, wekî amadebûna dîtindarên Yekîtîya Avropayê jî ji alîyê Adirbêcanêda nayê hesabhildanê.Bi fikira pêşezanê leşkerî Lêvon Hovhannîsyan amadebûna dîtindara hinekî rola xwe dilîze. Ew dibêje wekî azêrî bi xwe agir dikin û bi xwe jî elam dikin, wekî alîyê ermenî agir dike, lê alîyê sêemra dijware  wê yekê bide zelalkirinê.

Pêşezanê leşkerî dide kifşê, wekî Adirbêcanê bona xwe qewilên baş saz kirine ku nava axa Ermenîstanêda agrêsîya nû mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button