SerekeSîyasî

Parlamêntvanê Îraqê bang kirîye ku rûyê pirsgirêka avêda hemû eşîyayên tirka boykot bikin

Parlamêntvanê îraqî bangî hukumatê û binelîya kirîye, ku eşîyayên tirka boykot bikin çimkî Enqere dîsa para ava Îraqê kêm dike.

Parlamêntvan Kerîm Al Saray gotîye, wekî rûyê têrênekirina avêda pirsgirêkên êkolocî, hûmanîtarî, sosîyalî û êkonomîkî pêşda tên.

Parlamêntvanê Îraqê dewletên cînar, bi taybetî Tirkîya, gunehkar kirîye, wekî ew halê li Îraqê didine xebatê bona ku ew ava li Îraqê bidine kêmkirinê. Parlamêntvan daye dîyarkirinê, wekî hukumat û parlamênta Îraqê gerekê wê yekê hesab hildin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button