SerekeSîyasî

YÛNÎSÊF dibêje wekî rûyê kêmbûna ava paqijda li Sûrîyayê nexweşîya  xolêrayê zêde dibe

Li gorî melûmetîyên kontrola saxlemîxweykirinêye li Sûrîyayê ji 25 ê tebaxê hetanî 9 ê mijdarê 92 meriv ji nexweşîya xolêrayê wefat bûne.Hejmara nexweşa zêde dibe.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev yek ava xirabva girêdayîye. Kêmbûna ava çemê Firat berdewam dibe û ev yek tehsîra xwe li ser ênêrgîya êlêktrîkî, avê û senayê dihêle. Nenihêrî wê yekê, wekî stansîya avêye Alûkê  xebata xwe dîsa destpê kirîye, lê ji nîv mîlyonî zêdetir merivên li bajarê Hesekê û dor- berê bajêr mînanî berê ava baş nastînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button