H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê hemû tiştî bike ku hetanî dawîya salê tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê bê morkirinê: Paşînyan

Ermenîstanê hemû tiştî bike ku hetanî dawîya salê tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê bê morkirinê. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Bona wê yekê pêwîste ku  derbazî kar bibin. Çend cûrên peymana aşîtîyê hene. Mesele peymana wî cûreyî, ya ku bi tomerî hildayî pêwandîya dide kifşê û hemû pirsa nade dîyarkirinê”,- Paşînyan gotîye.

Ewî usa jî gotîye, wekî  pêşîya morkirina peymanê şuxulkarîya dêlîmîtasîyayê gerekê xilazbûyîbe.

Bi gotina Paşînyan ew yek pêwîstîye, çimkî ji alîkîva tê elamkirinê ku herdu alî yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin, lê ji alîkî mayînva jî Adirbêcanê hindava Ermenîstanêda dewa têrîtorîya bike. Bo wê yekê jî, bi gotina Paşînyan, zelalkirina sînora gerekê hebe.

Paşînyan serda zêde kirîye, wekî Ermenîstanê pêşnîyarên xwe derheqa têksta peymanêda raber kirîye û alîyê ermenî hêvîdare, wekî Adirbêcanê wê yekê bi cûrê çêkirinê  gotûbêj bike û bersivê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button