H’emû nûçeSereke

Helkirina pirsa Arsaxê gerekê binelîyênê li wir bibînin, texmînkin û qebûlkin:Paşînyan

Heger pirsgirêka Qerebagê hatîye helkirirnê, wî çaxî bona çi ermenîyên Qerebagê wê yekê texmîn nakin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlêvîzîyona Civakî gotîye.

Bi axaftina derheqa elametîya serokê Adirbêcanêda, ya derheqa wê yekêda ku pirsgirêka  Qerebagê hatîye helkirinê, serokwezîr gotîye: “Heger pirsgirêka Qerebagê helkirîye, wî çaxî bona çi ermenîyên Qerebagê wê yekê texmîn nakin, bo çi esekrên azêrîya dora Qerebagê tabîyên xwe çê kirine û bo çi ew Qerebagê didine ber gula?”.

“Em dijî wê yekê nînin ku pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê, yanê jî helkirîbe, em dibêjin wekî binelîyên li wir gerekê wê helkirinê  bibînin, texmînkin û qebûlkin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button