H’emû nûçeSereke

Yêrêvanê pêşnîyar kirîye ku monîtorînga sînor  bidine Rûsîyayê, lê Bekûyê ew yek înkar kirîye: Paşînyan

Wededa Ermenîstanê pêşnîyar kirîye ku şuxulkarîya monîtorînga sînorê ermenîya-azêrîya bidine Rûsîyayê. Di derbarê wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvînê gotîye.

Ewî elam kirîye, wekî pêwîste zona bêyî sîlih bê sazkirinê. Gilî derheqa wê yekêdane ku esker paşda vekişînin û bi berfirehîya sê kîlomêtira zona bêsîlih sazkin.

Bi gotina wî, bi vî cûreyî  wê alî  qewînbûna hal bikin û ewê bibe berdewama naskirina sînora.

“Em dibêjin, ku heger sînor naskirîne, wî çaxî eskerên azêrîya li Şorja Jorin, nêzîkî Cêrmûkê, nêzîkî gola Reş çi dikin? Bona wê yekê jî em dibêjin ku esker paşda vekişînin û kontrola sînora bidine sînorxweykirên Ermenîstanê û Adirbêcanê”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr, mêxanîzma monîtorîngê jî gelekî girînge, ya ku wê mecalê bide ku mîyaserkirina pevketina kontrol bikin. Nava vê hemtêkstêda Paşînyan gotîye, wekî Yêrêvanê pêşda pêşnîyar kirîye ku monîtorîgê teslîmî alîyê rûsa bikin, lê Adirbêcan qayîl nebûye. Niha jî Ermenîstan pêşnîyar dike ku monîtorîngê teslîmî yan Rûsîyayê, yan jî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, yan jî Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, yan jî Yekîtîya Avropayê, yan jî Organîzeya Netewên Yekbûyî bikin. Çi jî hebe, bi gotina Paşînyan, garantên aşîtîyê gerekê hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button