H’emû nûçeSereke
Adirbêcan diqewime provokasîya leşkerî hindava Ermenîstanêda mîyaser bike: sêkrêtarê ewlehkarîyê

Sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan wextê qisa tevî “Sîvîlnêt” ê gotîye wekî bêyî helkirina pirsgirêka Qerebagê, yan jî zelalkirina wê nikarin peymana aşîtîyê tevî Adirbêcanê morkin.
Ewî derheqa peymana aşîtîyêda xeberdaye û gotîye, wekî garantên peymana aşîtîyê hê zelal nînin.
Grîgoryan bi hûrgilî gotîye, wekî alîyê ermenî ser pênc prînsîpên Adirbêcanêye raberkirî xebitîye û li ser wî hîmî wezîrên herdu welataye karên der 7 ê mijdarê li Waşîngtonê rastî hevdu hatine.
Armên Grîgoryan usa jî daye dîyarkirinê, wekî pevçûyîna leşkerîye nû diqewime hebe: “ Niha ew qezîya hê heye wekî diqewime Adirbêcan dijî Ermenîstanê provokasîyayê mîyaserke”.







