Ararat Mîrzoyan û Îgor Xovayêv fikir dora pêvajoya dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê pevguhartine
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê, wekîlê Rûsîyayêyî karên der, yên pirsên piştgirîya hindava pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê Îgor Xovayêv fikir dora pêvajoya dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê pevguhartine.
Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, helkirina pirsgirêka Qerebagê hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye li Soçîyê û elametîya tevayîda çûye.Nava wê hemtêkstêda Ararat Mîrzoyan derheqa girîngîya nexebitandina qewatêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî Adirbêcan bi kirinên xweye agrêsîvva dijwarîya saz dike ku li herêmê aşîtîya qewîn û wededirêj îzbatbe.
Ararat Mîrzoyan û Îgor Xovayêv fikir dora pêvajoya dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adiribêcanê, usa jî vekirina rêyên herêmîda pevguhartine.