H’emû nûçeSereke
Bêyî zelalkirina pirsgirêka Qerebagê nikarin peymana aşîtîyê morkin: Armên Grîgoryan
Meremê wan elametîyên wezîreta Adirbêcanêye parastinê bi kîjana dibêjin wekî alîyê ermenî rêjîma agirbestê diteribîne, ewe ku hal bidine sertkirinê û peyîra opêrasîyonên leşkerî mîyaserkin. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan gotîye. “Ew qezîya hê dimîne wekî Adirbêcan dikare provoksîya leşkerî dijî Ermenîstanê mîyaserke.Em dixebitin ku karebûnên xwe bidine mezinkirinê bona ku îzinê nedin ku hal bighîje wê derecê”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye wekî mesele bersiva esekrê Ermenîstanê, ya 13 ê îlonê û beşdarbûna civaka navnetewî mecal dan ku opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê.