SerekeSîyasî

Em hêvîdarin wekî hukumata îraqî wê bona teribandina serbixwetîya Îraqê tabya xwe bigre

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî elam kirîye, wekî ew nikarin wan êrîşên îraqê afûkin, yên ku dijî axa Herêma Kurdistanêne.

“Herêma Kurdistanê careke mayîn elam dike, wekî ew dixweze bibe faktora qewînbûna li herêmê û tevî cînarên xwe nava pêwandîyên başdabe. Bi wê yekêva tevayî gilî usa jî derheqa Îranêdane.Kurdistan gerekê bona  welatên cînar nebe kanîya gefxwerina”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Ewî usa jî gotîye, wekî ew nikarin wan êrîşên bi rokêta û dirona afûkin. “Em dixwezin ku ev hemû tişt bê sekinandinê.Ev yek bi teribandina serbixwetîya Îraqêye û em hêvîdarin wekî hukumata îraqî wê bona vê pirsê tabîya xwe bide kifşê, ku ev teribandin bêne sekinandinê”,- serokê Herêma Kurdistanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button