SerekeSîyasî

Mîsîyayên welatên dere dîplomatî êrîşên Îranêye berbi Kurdistanê gunehkar dike

Wekîltîyên dîplomatî, yên welatên dere li Herêma Kurdistanê û Îraqê, nava wanda usa jî Organîzeya Netewên Yekbûyî, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîyayê, Almanîyayê, Kanadayê û Fransîyayê, êrîşên  Îranêye berbi Herêma Kurdistanê gunehkar kirine.

Baylozxana Ştatên Yekbûyîye li Begdayê êrîşên Îranê gunehkar kirine û bangî Îranê kirîye ku êrîşên ser welatên cînar bidine sekinandinê. Bi gunehkarkirinên wî cûreyîva usa jî baylozxanên wan welatên navkirî  pêşda hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button