H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan û Îgor Xovayêv pirsên di derbarê pêvajoya helkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîya û pirsgirêka Qerebagê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê, wekîlê Rûsîyayêyî karên der, yên pirsên piştgirîya hindava pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, Îgor Xovayêv qebûl kirîye.
Ji Armênprêssê ragîhandine wekî Nîkol Paşînyanê daye dîyarkirinê ku Ermenîstan pêşnîyarên ji alîyê Rûsîyayêda raberkirî diparêze, yên ku dikarin bona hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bibine hîm.
Xeberdan usa jî derheqa encamên hevdîtina li Soçîyê, ya serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, pirsên derheqa pêvajoya helkirina pirsgirêkên ermenîya-azêrîya û usa jî ya Qerebagêda çûye.







