H’emû nûçeSereke
Wekîlên fonda global Mîşêlîn Kalmî Rêy û Amîtab Banêrcî wê bêne Ermenîstanê
Ji 15 a hetanî 18 ê mijdarê wekîlên fonda global Mîşêlîn Kalmî Rêy û Amîtav Banêrcî wê bêne Ermenîstanê. Armênprêssê ragîhandîye, wekî qirara derheqa xercên wê seredanêva girêdayî, 14 ê mijdarê ji alîyê Nîkol Paşînyanê serokwezîrda hatîye îmzekirinê. Derheqa wê yekêda malpera hukumata Ermenîstanêye fermîda hatîye belavkirinê.