
Parlamêntvana berê, ya ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela Çaglar Dêmîrêlê cezayê girtina pênc meha stendîye. Ew ceza ewê bona axaftina xweye sala 2016 a stendîye. Birîyara mehkemêda hatîye dîyarkirinê, wekî ewê giva “miletê tirk, dewleta Tirkîyayê, parlamênt û hukumat û usa jî sîstêma mehkemê bêhurmet kirîye”.
Li gorî birîyara mehkemê, dew hatîye kirinê, wekî ev ceza bona axaftina Dêmîrêlê, ya 5 ê mijdara sala 2016 a, wê bê dayînê.







