Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya qebûl kirîye, bi kîjanê piştgirîyê dide Ermenîstanê û dijî Adirbêcanê sanksîya pêşnîyar dike
Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya qebûl kirîye, bi kîjanê piştgirîyê dide Ermenîstanê û dijî Adirbêcanê sanksîya pêşnîyar dike. Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li Fransîyayê ragîhandine.Rêzolyûsîya Sênata Fransîyayê vî cûreyî dibêje:
-tê pêşnîyarkirinê, ku hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî ji têrîtorîya Ermenîstanê bêne derxistinê û qedirê yekîtîya axa Ermenîstanê bê girtinê.
– bang tê kirinê ku hemû dîlên ermenîye leşkerî bên azaberdanê û paşdavegerandina wan bê çareserkirinê
– tê pêşnîyarkirinê ku hukumata Fransîyayê û hevkarên avropî, gavên dîplomatî û êkonomîkî bona cezakirina agrêsîya Adirbêcanê biavêjin û nava wê yekêda sanksîya mîyaserkin, kîjan wê hebûna desthilatdarîya Adirbêcanê bikin hedef û wê êmbargoyê bidine ser gaz û nefta Adirbêcanê.
– pêwîstîya naskirina Komara Qerebagê tê îzbatkirinê û tê pêşnîyarkirinê, ku hukumat li Qerebagê ofîsa hûmanîtarî veke.
– tê pêşnîyarkirinê ku hukumat mecala bona qewînkirina karebûnên parastina Ermenîstanê lê binihêrin.