
Serokê Îraqê Ebduleh Letîf Reşîd rastî serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî hatîye.
Li gorî elametîya belavkirî, herdu alîya jî halê sîyasîye li herêmê gotûbêj kirine û derheqa piştgirîya xweda, ya hindava progirama kabîneya hukumatêye nû, îzbat kirine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên di navbera Îraqê û civaka navneteweyîda gerekê bi cûrê nomal berdewambin û hatîye gotinê, wekî partîyayên sîyasî gerekê derbazî dîyalogêbin, bona ku pirsgirêkên navxweyî helkin. Piştî wê hevdîtinê, serokê Îraqê rastî Mesrûr Barzanîyê serokwezîr hatîye.
Wextê hevdîtinê halê sîyasîye li Îraqê û pirsên di navbera hukumata herêmê û hukumata fêdêralda hatine gotûbêjkirinê.







