H’emû nûçeSereke

Sîyaseta ŞAY gerekê li gorî ewlehkarîya Ermenîstanê û Arsaxêbe: komîsîya data Ermenî

Sîyaseta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya hindava Qafqasîyayê gerekê ewlehkarîya Ermenîstanê û Arsaxê ji gefxwerinên Adirbêcanê û Tirkîyayê qewînbe.Derheqa wê yekêda nava elametîya komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê elam kirîye.

“Sîyaseta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya hindava Ermenîstanê gerekê li gorî ewlehkarîya Ermenîstanê û Arsaxêbe. Bi wê yekêva tevayî sîyaseta Ştatên Yekbûyî gerekê usabe, wekî Adirbêcan hesaba bona xirabkarîyên berê û niha bide. Sîyaseta Ştatên Yekbûîye niha, ya ku bi kêmasîyaye, lêksîyayên  derheqa dêmokratîyayêda pêşnîyarî  Ermenîstanê dike, lê ew pêra jî piştgirîyê dide Adirbêcana dîktatorîyê û alîkarîyê nade Arsaxa nava qezîyayêda.Ew yek gerekê bê guhartinê”,- nava elametîya komîsîya data Ermenîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button