Em gerekê bona agrêsîyayên Adirbêcanêye nû amadebin: Armînê Margaryan
Tiştê veşartinê nîne wekî Adirbêcan berî êrîşkirina ser Ermenîstanê înformasîyona belav dike, alîyê ermenî gunehkar dike, ku giva ermenîya berbi tabîyên azêrîya agir kirine. Wezîreta Adirbêcanêye parastinê duh dîsa elam kirîye ku hêzên Ermenîstanê û Qerebagê berbi azêrîya agir kirine û azêrîya jî giva gavên anegor avîtine û mecalên anegor dane xebatê.Wezîretên Ermenîstanê û Qerebagêye parastinê ew gunehkarkirin înkar kirine.Van rojên dawî hema xût Adirbêdcanê berbi Ermenîstanê agir kirîye.
Pêşezana pirsên leşkerî-sîyasî Armînê Margaryanê bersiva wê pirsê daye ku gelo Adirbêcanê berbi êskalasîyayên nû dibe yan na?.Pêşezanê gotîye, wekî Ermenîstan gerekê bona provokasîyayên Adirbêcanêye nû amadebe û daye dîyarkirinê: “Rêjîma Elîyêv dibe cangorîya kemîna bi xwe sazkirî . Ew yek rîya tek-tenêye, bi kîjanê Elîyêv rêjîma xwe dikare xweyke. Bona wî her dem gerekê dijmin hebe, kîjan Ermenîstan û Arsaxin û pêra jî dide kifşê, wekî pirsgirêka wan tevî ermenîya heye”.
Armînê Margaryanê gotîye, wekî piştî agrêsîya Adirbêcanêye meha îlonê, guhdarîya civaka navnetewî li ser rojeva Ermenîstanê û Adirbêcanêye.