H’emû nûçeSereke

Em naxwezin şerê  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û Adirbêcanê tevrakin: serokwezîrê Ermenîstsanê ji  organîzeyê hîvîya tabîya sîyasîye zelale

Ermenîstan naxweze ku di navbera Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û Adirbêcanêda şer bibe, lê serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan hêvîdare wekî organîzeyê tabîyê biparêze û wê bide dîyarkirinê, ku eskerên Adirbêcanê gerekê ji axa Ermenîstana serbixwe derkevin.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamênêtê wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana gotîye.

Serokwezîr bîr anîye, wekî tabîya Ermenîstanê zelale û eskerê Adirbêcanê gerekê ji axa Ermenîstanê derkevin û paşda vegerine ser tabîyên pêşîya 11 ê gulana sala 2021 ê.

“Em hêvîdarin wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv jî wê vê tabîya me biparêze. Halekî ecêbe, çimkî meriv difikirî ku gerekê cûrekî mayînbûya, organîze gerekê zelal biparasta û em gerekê tevî hevalkara bona çêkirina tabîyê bixebitîyana.Ez hêvîdarim, wekî 23 ê mijdarê, wextê civîna organîzeyêye li Yêrêvanê emê derheqa wê yekêda bêjin.Ez zelal dibêjim, wekî em naxwezin di navbera organîzeyê û Adirbêcanêda şer çêbe. Em dixwezin ku tabîya sîyasî hebe”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button