H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyarên xweye derheqa aşîtîyêda dane Adirbêcanê û em hîvîya bersivêne: serokwezîr

Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa hevraxeberdanên bona peymana aşîtîyê raber kirine. Li parlamêntê, wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana, Nîkol Paşînyan gotîye, wekî Ermenîstanê li Waşîngtonê pêşnîyarên xweye derheqa peymana aşîtîyêda dane Adirbêcanê.

“Em hîvîya bersivên Adirbêcanêne.Ji alîyê bersivada jî em sertbûnê dibînin û ew sertbûn usa jî bûyarên konkrêt û halê konkrêtva girêdayîne”,- serokwezîr gotîye.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan zelal dibêje wekî eskerên Adirbêcanê gerekê ji axa Ermenîstanêye okûpasîyakirî derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button