SerekeSîyasî

Êrdogan careke mayîn eşaretîyê dide, wekî ewê pêwandîyên tevî Esed bide dasekinandinê

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan elam kirîye, wekî diqewime ew pêwandîyên xweye tevî serokê Sûrîyayê Beşer Esed, piştî hilbijartinên serokatîyêye sala 2023 a, bide dasekinandinê.

Piştî beşdarbûna xweye li civîna li Balîyê, Êrdogan gotîye: “Em dikarin pêwandîyên xweye tevî wan welata careke mayîn lê binihêrin, tevî kîjana pirsgirêkên me hene.Emê li gorî wê yekê rîya xwe berdewam bikin”.

Îlona sala derbazbûyîda hinek kanîyên înformasîyon derheqa wê yekêda xeber didan, wekî hevdîtinên serokê cesûsîya tirkî Hakan Fîdan û hevkarê wîyî ji Sûrîyayê pêk tên û ew yek jî şedetîyê dide, wekî di navbera herdu welatada pêwandî tên dasekinandinê.

Nava elametîya xweda Êrdogan daye dîyarkirinê, wekî nava sîyasetêda  hevraqayîlnebûn û xeyb heta-hetayê namînin û daye zelalkirinê, wekî dikare hal qîmetke û wî halî bide nûkirinê. Ewî gotîye, wekî hetanî niha pevketin di navbera herdu alîyada tunebûne, lê gotîye û  serda zêde kirîye, wekî hevdîtina dualî dikare bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button