Garantîyayên navneteweyî gerekê bona peymana aşîtîyê hebin: serokê parlamêntê

Desthilatdarîya Ermenîstanê bi cûrekî mayîn nêzîkî hevraxeberdanên bona peymana aşîtîyê dibe û derheqa wê yekêda fikirên xwe raber dike. Armênprêsês ragîhandîye, wekî wextê qisa tevî rojnamevana, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan ew elametîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr şirove kirîye, bi kîjanê gotibû wekî piştî morkirina peymana aşîtîyê dikare piştî 12 seheta şer destpêbe, heger garantîyayên navneteweyî tunebin.
“Desthilatdarî bi cûrekî mayîn nêzîkî wê pirsê dibe û fikirên xwe derheqa peymana aşîtîyêda raber dike. Ew yek bona wan alîyaye jî, yên ku çawa navçîgar pêşda tên. Bona wê yekê jî Nîkol Paşînyan gotîye, wekî garantîyayên konkrêt gerekê hebin, çimkî tenê bi îmzekirina kagazê ew yek wê nebe. Em hêvîdarin, wekî garantîyayên peymanê wê hebin, çimkî tenê îmzekirina peymanê bes nîne”,-Sîmonyan gotîye.
Bi gotina serokê parlamêntê, gerkê bi vê fikirdarîyê pêşda herin û li herêmê aşîtîyê îzbatkin.







