SerekeSîyasî

ŞAY wê rola xweye nava helkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda berdewam bike

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çawa hevkara Kurdistanêye li  herêmê dimîne, bona ku rola xweye nava nêzîkkirina Hewlêrê û Bexdayêda û helkirina pirsgirêkêda berdewam bike. Derheqa wê yekêda bayloza Ştatên Yekbûyîye li Îraqê Alîna Romanovskîyê gotîye.

Baylozê derheqa wê yekêda wextê forûma dinîya Rojhilata Navîn gotîye, ya ku li ûnîvêrsîtêya amêrîkîye li Dihokê pêk hatîye. Ewê serda zêde kirîye, wekî Waşîngton dicedîne piştgirîyê bide milahîmbûna hal, bona ku pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda yên qewatbin.

“Emê çawa tevî Bexdayê, usa jî tevî Hewlêrê nava pêwandîyadabin, bona ku piştgirîyê bidine hal û dîyalogê”,-baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button