H’emû nûçeSereke

Ermenîstan naskirina komkujîya êzdîya, ya ji alîyê Lyûksêmbûrgêda bilind qîmet dike

 Li Nîdêrlanda baylozê Ermenîstanê Tîgran Balayan rastî serokê komîsîya parlamênta Lyûksêmbûrgêye pêwandîyên der Îv Krûxtên, serokê dêlêgasîyayên Lyûksêmbûrgêye nava organîzeyên avropî û NATO ê da Gûstî Gras, parlamêntvan Şarl Marg û Loran Mozar  hatîye. Tîgran Balayan bona naskirina komkujîya êzdîya, ya ji alîyê parlamênta Lyûksêmbûrgêda razalixî elam kirîye.

Bayloz qirara parlamênta Lyûksêmbûrgê girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ew gav bona pêşîgirtina komkujîya û cezakirina cabdarên wan girînge.

Tîgran Balayan daye dîyarkirinê, wekî parlamênta Ermenîstanê sala 2018 a komkujîya êzdîya nas kirîye û nava wê pirsêda rola xwe lîstîye.

Bayloz usa jî derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya, kirinên Adirbêcanêye agrêsîv, xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button