H’emû nûçeSereke

Ajansa Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya mihacira û wezîreta halê krîzeyî pirsa sazkirina cîhên mayînêye li gundên nêzîkî sînorên Ermenîstanê gotûbêj dikin

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî halê krîzeyî Davît Hambaryan rastî borcbirê wekîlê ofîsa ajansa mihacira, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî Almaz Bûrkûtov hatîye. Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêşxistina hevkarîyêda, pêşnîyar û progiramên nû hatine gotûbêjkirinê.Almaz Bûrkûtov daye dîyarkirinê, wekî nava hemtêksta hevkarîya tevî hukumata Ermenîstanê mecaleke nûye ku fikirên nû  pevbiguhêrin û bi têknîkî alî hevdu bikin.Ewî gotîye wekî nava dorana organîzeyêda alîyê hîmlî qîmetkirina hal û hewcetîyên merivaye, piştî mîyaserkirina kîjanê organîzeyê alîkarîya xurek û ya mayîn daye mihacira.Bi gotina wî, alîyê mayîn sazkirina cîhên mayînê û qampaye, bona kîjanê tevî serokatîyên qezayên Gêxarkûnîkê, Vayos Zorê û Syûnîkê hevdîtinên koordînasîyon pêk hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button