SerekeSîyasî

Dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nakeve nava  çarçoveya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv:Kosaçêv

Dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nakeve nava  çarçoveya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda cîgirê serokê civîna Rûsîyayêye Fêdêrasîyon Konstantîn Kosaçêv gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsa rojnamevan daye, ku gelo Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv û Rûsîya dikarin piştgirîya diha aktîv bidine Ermenîstanê, yan na.

“Bi  fikira min dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nakeve nava  çarçoveya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv. Her endamekî wê organîzeyê bi xwe nêzîkbûna xwe qirar dike.Çi ku derheqa Rûsîyayêdane, ew yek ber çevaye, wekî em piştgirîyê didine helkirina pirsgirêkê”,- Kosaçêv gotîye.

Bi gotina wî, heger nava wê dew û dozêda piştgirîyê bidine alîkî, ewê bide kifşê, ku dew û dozê diha zêde bidine kûrkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button