H’emû nûçeSereke

Endamên  organîzeya Frankofonîyayê derheqa piştgirîya xweye hindava Ermenîstanêda dane dîyarkirinê

Nava encamê civîna organîzeya Frankofonîyayêda, ya li bajarê Tûnîsêyî Cêrbayê pêk hat, cêrge dokûmênt hatine qebûlkirinê, nava wanda usa jî yên derheqa halên krîzeyêda, yên nava têrîtorîya frankofonda hatine qebûlkirinê, bi kîjanê welatên endam derheqa piştgirîya xweye hindava Ermenîstanêda dane dîyarkirinê.

Nava rêzolyûsîya qebûlkirîda hatîye dîyarkirinê, wekî welatên endam xemgînîya xwe bona êskalasîya leşkerîye van axirîyaye li Ermenîstanê elam kirine û derheqa yekîtîya têrîtorîya û mafê hûmanîtarîda hatîye kifşkirinê.

Organîzeyê bangî alîya kirîye  ku tevî hevkarên navneteweyî cedandina bidine xebatê bona ku pirsgirêk bêne helkirinê, qedirê mafê navneteweyî bigrin, nava wanda usa jî prînsîpên yekîtîya têrîtorîya sînorên navneteweyî.

Rêzolyûsîyayêda hatîye gotinê, wekî gerekê  ji êskalasîya dûr bimînin û bang kirine ku elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î bi temamî bê mîyaserkirinê.Derheqa pirsên hûmanîtarîda jî hatîye gotinê.Xêncî wan pirsa usa jî derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêda jî hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button