
Fermаndarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Organîzeya Netewên Yekbûyî êrîşên Îranêye ser Kurdistana Îraqê şermezar kirine, yên ku şeva yekşemê û duşemê hatine mîyasekirinê.
“Em derbên bi rokêta û dirona, yên ku nêzîkî Hewlêrê hatine mîyasekirinê, şermezar dikin.Êrîşên vî cûreyîye neqanûnî jîyîna binelîyên edil dikine bin rîskê, serbixwetîya Îraqê diteribînin û ewlehkarîya Îraqê, usa îj ya Rojhilata Navîn dikine bin qezîyayê”,- nava elametîya fermandarîya Ştatên Yekbûyîda hatîye gotinê.
Êrîşa Îranê usa jî ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda hatîye şemezarkirinê.Nava elametîya organîzeyêda hatîye dîyarkirinê, wekî agrêsîya wî cûreyî ne tenê hal dide sertkirinê, lê rûyê wê yekêda usa jî tragêdîya çê dibin.
Mîsîyayên dîplomatîye li Kurdistanê û Îraqê, nava wanda Organîzeya Netewên Yekbûyî, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîya Mezin, Almanîyayê, Kanadayê û Fransîyayê jî ew êrîşên Îranê şermezar kirine.







