SerekeSîyasî

Bekû Moskvayê çawa qedexa lezketina xwe qebûl dike:sîyasetmedar

Îlham Elîyêv elam kirîye ku ew amadeye tevî ermenîyên li Qerebagê xeberde, lê ne ku tevî merivên mînanî Vardanyan, yê ku ji alîyê Moskvayêda hatîye şandinê. Gelo ev elametî bona Arsaxêye, yan bona Moskvayêye? Gelo Elîyêv dicêribîne bi vê gotinê çi bide femkirinê? Dora wê têmayê sîyasetmedar Şahan Gantaharyan Radar Armenia ra qise kirîye.
Bi gotina sîyasetmedar, elametîya serokê Adirbêcanêye berê gerekê bîr bînin, wekî Bekûyê digot, ku ew bi xwe gerekê qirarke ku kengê û çawa ew gerekê cimeta Qerebagêra xeberde. Ew yek dide kifşê, wekî Elîyêvê nexweze wekîlên Stêpanakêrtêra xeberde. Feqet li vir, bi gotina Gantaharyan, ew usa jî berbirî Moskvayê dibe.Nêzîkbûnên Moskvayê yên derheqa dirêjkirina wedê mîsîya aşîtîparêzada û usa jî girêdayî statûsêra, Bekûyê xemgîn dikin.
“Bekû dicêribîne şuxulkarîyê bi wê fikirê pêşda bibe wekî “pirsa Qerebagê îdî paşerojêda maye”. Ew bona navçîgarîya Moskvayê nerihete û lez dikeve çimkî halê gêopolîtîkî yan jî herêmî hê nehatîye guhartinê. Bekû Moskvayê çawa qedexa lezketina xwe qebûl dike.Ew Rûbên Vardanyan çawa wekîlê Moskvayê hesab dike”,-Şahan Gantaharyan gotîye.Bi gotina sîyasetmedar alîyê ermenî gerekê şuxulkarîyê bide paşdaêxistinê.
“Îran nava pirsa sînorada li ser tabîya xweye. Moskva dixweze wedê mîsîya aşîtîparêza bide dirêjkirinê, lê Waşîngtonê jî zelal kir, wekî hevraqayîlnebûnên ermenîya-azêrîya gelekin û bona wê yekê wede pêwîste. Dêmek, menîyên gêopolîtîkî hene ku bi lezketina tirka-azêrîya wê nexebite”,- Şahan Gantaharyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button